
Zarokek ji Rojavayê Kurdistanê li ser destê Pasewanên sînor yên Iraqî hat kuştin
Mar 20 2024
Pasewanên sînor yên Iraqî jimareyek ciwanên kurd yên rojavayê kurdistanê dema hewl didan derbasî Herêma Kurdistanê bibin gulebaran kirin.
Jêderên xwecihî ji ARKê re ragihand ku Pasewanên sînor yên Iraqî şeva bûrî gule berdan jimareyek ciwanên rojavayê kurdistanê dema hewl didan ji devera Rebî`a derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Jêderê tekez kir ku di encama wê gulebaranê de zarokê bi navê Dilşad Ebas Eyûb ji gundê Girkê Dicwîr li gundewarê Dêrikê hate kuştin, û ciwanek ji bajarê Qamişlo birîndar bû.
103