Xwecihiya Efrînê ya ENKSê tekezî li ser rawestandina binpêkirinan dermafê xelkê Efrînê de dike
Encûmena Xwecihî ya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de tekezî li ser rawestandina pinpêkirinan dermafê xelkê Efrînê de kir.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê wiha di daxuyaniya xwe de dibêje di demê ku Encûmena Xwecihî ya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bûyerên tawana kuştina ciwanê kurd Ehmed Xalid Me`mo li bajarê Cindirêsê roja 13/3/2024.dişobîne, xelkên Efrînê li ser tawaneke din ji aliyê girûpeke rûnuxumandî dermafê zarokê bi navê Rodî Muhemed ku bi kêran hate êrîşkirin şiyar bûn, ku ev yek bû sedea zêdebûna girjî û fikarê li deverê.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di heman Daxiyaniya xwedi tekezî li ser pêwîstiya peydakirina ewlehiyê û lêgerîn li dov tawanbaran û sizadana wan, giringiya rabûna dadweriyê bi erkê xwe weku pêwîst, nehiştina sedemên girjiyê û rakirina wê û rawestandina tevaya binpêkirinan dermafê xelkên Efrînê de û nehiştina gotara kîn û dijminatiyê navbera tevaya Sûriyan de kir.
211
