Pêla vegera malbatên kurd bo Efrînê  berdewam e

Pêla vegera malbatên kurd bo Efrînê berdewam e

Mar 17 2024

Pêla vegera malbatên penaber, derbider û koçberkiriyên Efrînê bo zêdên xwe berdewam e, herî dawî du malbat û du welatî vegeriyan vegeriyan gundên xwe.

Jêdereke taybet ji ARKê re got ku 2 Du malbat û du welatî piştî çend salan ji derbideriya li Helebê vegeriyan gundên xwe Kurzêlê, Bêlê û Eşûnê li navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Tevî berdewamiya kiryar û binpêkirinên komên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve dermafê welatiyên kurd û siruştê de, lê hîn jî xelkên Efrînê li ser vegerê bo xaka bav û bapîran rijdin.

179