Serok Barzanî: Ez rola jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim

Serok Barzanî: Ez rola jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim

Mar 08 2024

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, Serok Barzanî li ser tora civakî ya Xê peyamekê belav dike.

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, Serok Mesûd Barzanî îro 08.03.2024 li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li tevaya jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be. Ez di vê rojê de piştevaniya xwe ji bo mafên jinên Kurdistanê tekez dikim û rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim.

283