Kirîza sûtemeniyê li Kobanê xirabtir bûye
Kirîza sûtemeniyê li bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê berdewamê, bê hebûna çavdêriyê li ser mîkanîzma belavkirina sûtemeniyê li ser westgehên sûtemeniyê.
LI gorî vîdyoyeke taybet ji bajarê Kobanê ji ARKê re hatiye şandin têde diyar dibe bi dehan otombêl li ser sireyên dirêj li pêşiya westgeha Ibrahîm Xelîl rawestiyane ji bo wergirtina para xwe ji sûtemeniyê, herweha heman rewş e li westgehên din li bajarê Kobanê.
Ji aliyê xwe jî jêderên taybet da zanîn ku tevaya westgehên sûtemeniyê li Kobanê rastî qerebaligeke zêde hatiye, û xelkên bajêr ji ber vê rewşê bêzar bûne ku ev kirîz bandor li tevgera veguhestinê û bazirganiyê û ya pêşesaziyê kiriye.
Tekez jî kir ku kirîza sûtemeniyê roj bi roj zêdetir û xirabtir dibe, bi sedema xirabûna mîkanîzma belavkirinê ji aliyê westgehên sûtemeniyê bê hebêna çavdêriyê ji aliyê berpirs ve, ku rêveberiyê PYDê xirxê benzînê li hin westgehan ji 2600 lîreyî bo 4600 lîreyên Sûrî bilind kir.
172
