Koçberek ji Rojavayê Kurdistanê li daristanên Bulgariya winda bûye

Koçberek ji Rojavayê Kurdistanê li daristanên Bulgariya winda bûye

Mar 06 2024

Ciwanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê di rêya koçberiyê de berev welatên Ewropî, li daristanên Bulgariya winda bûye.

Li gorî malbata ragihandiye, piştî girûpa wî dev jê berdan bi sedema birîndarbûna wî di lingê xwe de, Dilyar Cemîl Elmela ji berya 3ê rojan di rêya koçberyê de li daristanên Bulgariya winda bûye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbatê di rêya ARKê re bangê li her kesekî dike ku zaniyariyekê li ser wî bizane dikare bi vê hejmarê re (0988402202) biaxive.

Dilyar Cemîl Elmela bi xwe xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.



53