Ciwanên şoreşger zarokeke 16 salî ji Til Temrê revand

Ciwanên şoreşger zarokeke 16 salî ji Til Temrê revand

Mar 06 2024

Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê de revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokeke 16 salî ji bajarokê Til Temer li gundewarê Hesekê revand.

Ebdulsemed Kîkîya bavê zaroka revandî ji ARKê rs ragihand ku roja Çarşemê ( 28/2/2024 ) demijmêr 8ê sibeha çekdarên ciwanên şoreşger yên bi ser QSDê ve keça min Wesîla ya temen 16 salî dema diçû dibistana xwe li taxa Elhemra, revandin.

Bavê zaroka revandî eşkere kir ku hevalên Wesîla li dibistanê diştî derbasbûna demijmêrekê li ser piroseya revandinê me agehdar kirin ku Wesîle hatiye revandin, û jî wê demêvê me seredana tevaya navêndên bi ser PYDê kir lê hewlên me bêsûd bû, û red dikirin ku keça me li cem wane.

Zaroka revandî Wesîla Ebdulsemed Kîkîya temenê wê 16 salî ye, û xwendekara pola 10ê ye.

Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê de revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokek 15 salî ji taxa Şûx Meqsûd li Helebê revand.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de

228