Artêşa Turkiyê û girûpên çekdar devera Eyn Îsa armanc kir
Nov 18 2020
ARK NEWS ... Artêşa Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûriya Demkî ve devera Eyn Îsayê bi mûşekan armanc kirin .
Jêderên Xwecihî ragihandin ku bajarokê Eyn Îsayê û derdora wê rastî armanckirinê ji aliyê Artêşa Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûriya Demkî ve hat, û di emcamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Ji dema êrîşa Turkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û heta niha binpêkirinên girûpên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûriya Demkî ve berdewam in.
517
