Heleb.. QSDê zarokek 14 salî revand
Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê de revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokek 14 salî ji taxa Şûx Meqsûd li Helebê revand.
Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku QSDê li taxa Şêx Meqsûl li Helebê zarokê bi navê Silêman Elî Elî yê temen 14 salî revand û berev cihekî ne diyar ve birin, ku ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Zarokê revandî Silêman Elî Elî xelkê gundê Qentera yê bi ser navçeya Mabata li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ya.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.
241
