Kobanê.. Ciwanên şoreşger êrîşî nivîsgeha PDK-Sê kir

Kobanê.. Ciwanên şoreşger êrîşî nivîsgeha PDK-Sê kir

Mar 01 2024

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bi ser QSDê ve êrîşî nivîsgeha Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê kir, di encamê de ziyanên madî û canî ketin.

Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku hevdemê amadekariyên vejandina salvegera koçbarkirina Barzaniyê nemir ji aliyê ENKSê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser QSDê ve êrîşî nivîsgeha PDK-Sê libajarê Kobanê kir, û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn erbarê rûdana ziyanên madî.

Berbanga Şemiya bûrî 26ê Sibatê jî çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşî nivîsgeha xwecihiya Til Temir ya ENKSê kiribû.




69