Hêzeke zêde ya Hevpeymaniya Navdewletî giheşt bingeha Xirab Elcîr li R.K

Hêzeke zêde ya Hevpeymaniya Navdewletî giheşt bingeha Xirab Elcîr li R.K

Mar 01 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî hêzên leşkerî yên mezin di rûya bejayî û esmanî re şand bingeheke xwe li Rojavayê Kurdistanê danî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh Pênşemê 29ê Sibatê hêzên zêde yê hevpeymaniyê li ser çend beşan giheşt bingeha Xirab Elcîr li başûrê Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê, û hejmara balafirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk yên hatin danîn li bingehê giheşt 7 balafiran.

Rewangekê serbar kir jî ku karwaneke leşkerî jî ku ji 10 tank û zirîpoşan, herweha karwaneke din ku ji 70 bathilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat li heman bingeha leşkerî li gundewarê Rimêlan bi cih bûn.


208