Daxuyaniyek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê

Daxuyaniyek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê

Nov 26 2018

Emîndariya Giştî ya Encumena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê civîna xwe ya asayî roja În a bûrî 23ê meha 11an 2018 ê, lidar xist û di wê civînê de ,biryarne giring girêdayî bihêzkirin û pêşxistina karê xwe yê siyasî û cemawerî dan.

Di destpêka civîna Encumena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê de ,bîstkek bê deng li ser giyanê pak yê pakrewanên kurd û kurdistanê û pakrewanên şoreşa sûriyê hat e rawestandin .

Piştî wê emîndariya giştî ya ENKSê li ser xalên ku di lîsteya karê wê de bûn ,rawestiya ،nameyên jêre hatî xwendin û çalakiyên ofîsên encumenê , pêşkêş kirin û hatin gengeşekirin û biryarne giring bo bihêzkirin û pêşxistina karê xwe yê siyasî û cemawerî da û daxuyaniyek derbarê civîna xwe belav kir .


Derbarê rewşa siyasî li kurdistana sûriyê ، Emîndariya Giştî ya Encumena Niştmanî ya Kurdî, binpêkirnên grûpên çekdar yên li efrînê dimînin, derheqê welatiyên kurd li Efrînê û çawaniya kar ji bo sivkirina êş ȗ azarên welatiyan rawestiya ،tewanên wan grûpên çekdar ji kuştin û desteserkirina li ser mal ȗ milk û berhemên çandiniyê ȗ dabeşkirina wan di navbera xwe de, her weha bicîkirina derbderên bajarên din yên sûriyê û bi taybet malbatên xwe di malên welatiyên kurd de li Efrînê û guhertina demugrafî ya rêbazkirî ,şermezar kir û perpirsayetiya wan kiryaran exist e stuyê turkiyê de, û got ku:

Divê turkiyê çareyekê ji binpêkrnên wan grûpên çekdar re deynê û wan ji Efrînê derxe .

Daxwaz ji civaka navdewletî kir ku vegera derbiderên Efrînê bo Efrînê dabîn bike .

Birêvebirina Efrînê û ewlehiya wê radestî xwedanê wê bike ,û parastineke navdewletî ji bo wan were kirin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ,ji turkiyê xwest ku gefên xwe bi êrîş û derbasbûna deverên kurdî li Kurdistana Sûriyê rawestîne , di heman demê de û beramberî wê jî ,ji PYDê xwest ku ji biryarên girêday çarenvîsa Miletê Kurd û paşeroja wî û tek alîbûna PYDê di wan biryaran de jê vegere, û hincetan nede turkiyê daku derbasî deverên kurdî bibe.

ENKSê her weha tekez kir, ku serbest berdana hin girtyan ji zindanên PYDê nakeve cihê girtina doseya girtiyên siyasî de bi yek carî, û nabe weku surişteke guncaw bo danustandinan ku mletê kurd pê dil xweş û razî be .

u daxwaz j rêxstn û çalakyên syasî rewuşenbîrî û cvakî yên kurdî kr ku helwêsta xwe yekrêz bkn û rêkeftnên b enekesê re ku l ser erêkrbûn d nerîna çareya syasî d sûryê de paşguh nexn wkar bo avakrna sûryeke hevgrtî b sîstemeke demukrasî perlemanî pr netewu destûra wê mafên kurdan yên netewî têde parastî û garantî krî be û têghandna dostên kurdan b maê kurdî d çarçoveya sûryayeke demukrasî bo hemî sûryan be .

Encumena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniya xwe de, got ku ew li ser piroseya siyasî û bi paşxisitna avakrina Komîteya Destûrî ku ta niha nehatiye encamdan û danîna keleman alyê rêjîma Esed ve li pêş wê rawestiyaye û daxwaz ji Netewên Yekgirtî û welatên pêwendîdar kir ku gavne cidî derbarê bavêjn û komîte ava bibe û dest bi karê xwe bike ،serbarî ku ji Îtlafa Nştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê xwest ku pabendî bilgeya di navbera wan û ENKSê de hatî îmzekrin bi bin û ji dostên Miletê Kurd û Opozîsyonê xwest ku kurd bi dadwerî cihê xwe di nûneratyê di Komîteya Destûrî de bigrin û pişta kurdan û doza wan ya netewî û dawazên wan yên destûrî bigrin ..

ENKSê tekez kir ku çareserkirina doza kurdî û mafê kurdan û dxwazên tevahiya pêkhateyên din li sûryê ,dê bibe vekirina dergehê rasteqîn bo bidestxistina demukrasiyê li sûryê ,û xala herî sereke bo bidestxistina ewlehî û aramiyê ,ku welatiyên Sûriyê û Civaka Navdewletî wê yekê dixwazin .

E.U

445