Hesekê.. Di encama teqîna paşmayeke şer de 3 zarok bûne qurbaî

Hesekê.. Di encama teqîna paşmayeke şer de 3 zarok bûne qurbaî

Feb 23 2024

Di encama teqîna bombeyekê ji paşmayên rahînanên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 3ê zarok navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li gundê Elmes`ûdiyê li gundewarê Til Beyder li bakurê Hesekê bombeyek ji paşmayên rahînanên Hevpeymaniya Navdewletî teqiya.

Rewangehê da zanîn di encama wê teqînê de 2 zarokan yekser cane xwe ji dest dan û zarekek din bi giranî birîndar bû.

Li gorî amarên Rewangehê bi vê teqînê hejmara giştî ya qurbaniyên paşmayên şer li seranserî Sûriyê giheştiye 43 kesan ji wê hejmarê 17 kes, ku 15 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dane, û 27 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.
.

114