Hewlêr.. PDK-Sê salvegera 12an ya şehîdbûna serkirde Nisredîn Birhik vejand

Hewlêr.. PDK-Sê salvegera 12an ya şehîdbûna serkirde Nisredîn Birhik vejand

Feb 23 2024

Duh, Pêncşemê (22.02.2024) Partiya Demokrat Kurdistan - Sûriya 12mîn salvegera şehîdbûna serkirde Nisredîn Birhik li bajarê Hewlêrê bi bîr anî.

Bi amadebûna serkirdayetiya Partiya Demokrat Kurdistan-Sûriya, partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û kesayetiyên niştimanî û civakî, 12mîn salvegera şehîdbûna endamê polîtbîroya PDK-S Nisredîn Birhik, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurdistan - Sûriya Serhan Hesen gotarek pêşkêş kir û têde behsa kar û xebata şehîd Nisredîn Birhik, di ber gel û doza Kurde kir.

Ala Nisredîn Birhik gotara malbata şehîd pêşkêşî kir û tê de bixêrhatina amadebûyan kir û spasiya beşdarbûna wan di merasima bîranîna 12 saliya şehîd Nisredîn Birhik û dilsoziya bi şehîd re kir.

şehîd Nisredîn Birhik endamê polîtbîroua Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya di 22ê Sibata 2012an de bi destên xiyanet çekdarên PYDê şehîd bû.

77