Hêzên Emerîkî dewriyeke xwe ya leşkerî li Dêra Zorê encam da

Hêzên Emerîkî dewriyeke xwe ya leşkerî li Dêra Zorê encam da

Feb 21 2024

Tevî berdewamiya armanckirina bigehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên bi ser îranê ve, hêzên Emerîkî dewriyeke xwe ya leşkerî li gundawarê Dêra Zorê bi rê ve bir.

Jêderek xwecihî ragihand ku hêzên Emerîkî duh Sêşemê 20 Sibata 2024an dewriyeke xwe ya leşkerî ku ji 5 alavên leşkerî pêk dihat li nêzîkî pira Elmeyadîn û bajarokê Elhewayic li rojhelatê Dêra Zorê li nêzîkî deverên hejmûna mêlîsên bi ser îranê ve encam da.

Da zanîn ku ew dewriya Emerîkî ji kêlgeha El`umer ya petrolê dest bê kir û piştre careke din vegeriya nigeha xwe li heman deverê.


56