Turkiyê gundewarê Girê Spî armanc kir
Feb 19 2024
Turkiyê bi topxaneya xwe ya giran gundewarê Girê SPî li rojavayê Reqayê topbaran kir.
Jêderek xwecihî ji deverê ragihand ku duh Turkiyê bi topan gundewarê Girê Spî armanc kir, di encamê de tirsek di nav xelkê de belav bû, serbarê rûdana ziyanên madî.
Roja 17 Çileya bûrî hêzên Turkî bi topxaneya xwe ya giran derdora bajarê Eyn Isa li bakurê gundewarê Reqayê armanc kir û ziyanên madî rû dan.
192
