Di encama teqîna mayîneke şer de zarokekî li gundewarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqîna mayîneke şer de zarokekî li gundewarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Feb 18 2024

Duh şemiyê (17.2.2024) di encama teqîna mayîneke şer de li başûrê rojhilatê Hesekê maye, zarokekî jiyana xwe ji dest da û ji destpêka vê salê ve hejmara qurbaniyên teqîna paşmayên şer gihişte 40 kesî.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku zarokekî 11 salî li gundê El-Tweymîn li başûrê rojhilatê Hesekê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2024an ve, hejmara kuştiyên teqîna paşmayên şer li Sûriyê gihîştiye 13 zarokan û 24 birîndar di nav wan de jinek û 21 zarok hene.

151