Talib Ibrahîm endamê PDK- Sê ji zindanên PYDê serbest hate berdan

Talib Ibrahîm endamê PDK- Sê ji zindanên PYDê serbest hate berdan

Feb 18 2024

Piştî 9 rojan ji revandina wî, roja Înê çekdarên PYDê Talib Hesen Ibrahîm endamê PDKSê ji zindanên xwe serbest berda.

Roja Şemiyê 17/ 2 / 2024 li ofîsa Rojavayî ya PDK- Sê her yek ji Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiyê û Nafih Ebdulla endamê Komîta Navendî ya PDK- Sê Pêşwazî li pîrozbahiyan dikirin.

Roja Pênşemê 8ê Sibata 2024an li taxa Elxerbî li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê endamê Encûmena Xwecihî ya PDK- Sê ji aliyê çekdarên PYDê ve hate revandin, û piştî 9 rojan bi ser revandina wî, Talib Ibrahîm ji zindanên PYDê serbest hat berdan.

235