Karwaneke leşkerî ya Emerîkî giheşt bingeha Xirab Elcîr li Rojavayê Kurdistanê

Karwaneke leşkerî ya Emerîkî giheşt bingeha Xirab Elcîr li Rojavayê Kurdistanê

Feb 18 2024

Hevdemê giheştina hêzên Emerîkî yên zêde di rêya esman re, karwaneke leşkerî jî giheşt bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê.

Jêderek xwecihî ragihand ku duh Şemiyê ( 18/2/2024 ) balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî.

Jêderê serbar kir û got ku hevdemê danîna balafira Emerîkî ya barkirî, , karwaneke leşkerî jî ku ji 30 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat li heman bingeha leşkerî li gundewarê Rimêlan bi cih bû.


63