
Hesekê.. Di encama teqîna paşmayeke şer de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Feb 18 2024
Li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê di encama teqîna paşmayeke şer de zarokek 11 salî jiyana xwe ji dest da.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li gindê Eltiwêmîn li başûrê rojhelatê Hesekê paşmayeke şer teqiya di encamê de zarokek 11 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî amarên Rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 37 kesan ji wê hejmarê 13 zarok jiyana xwe ji dest dane, 24 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.
99