Pêderson: Şerê Sûriyê bi hemû aliyên xwe berdewam e
Şanderê taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê roja Çarşemê di dema serpereştiya civîna koma kar a agirbestê ya Koma Navdewletî ya Piştgiriya Sûriyê li Cinêvê,
tekezî li ser giringiya çareseriyeke siyasî ya berfereh û piştevaniya dîplomatîk a navdewletî li gor biryara 2254 kir.
Geir Pêderson dilgiraniya xwe ji wê yekê anî ziman ku " veguhistina kêşeyên herêmî ji Sûriyê er kirîza Sûriyê dijwartir bûye" û da zanîn ku "bi xwe aloziya Sûriyê bi hemû aliyên xwe berdewam e."
Şanderê taybet ê NY bo Sûriyê tekez kir ku "tenê rê ji bo çareserkirina rewşa niha ya bêserûber, nêzîkbûneke berferehe bo çareseriyeke siyasî ye,
bi piştevaniya dîplomasiya navdewletî ya avaker, li gor biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê."
254
