Qamişlo.. ENKSê pêşwazî li şandeke Tevgera Ciwanên Demokratî kir
Serokatiya ENKSê duh 14ê Sibata 2024an pêşwazî li şandeke serkirdayetiya Tevgera Ciwanên Demokratî Bi serokatiya hevrêskarê giştî yê tevgerê Hemza Ismaîl li baregeha ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Di civînê de Serokê Encûmenê Ni`met Dawûd behsa rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî ya kurî bi taybetî , dawîn pêşhateyên doseya Sûrî , biryara Navdewletî ya jimare 2254, û hewlên navdewletî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kir.
Herweha behsa rola ENKSê û dubare ektîvkirina rola wê di nava cemawerê kurdî de û hewlên têne kirin bo çareserkirina doza kurdî li gorî peymanên navdewletî.
Ji aliyê xwe jî Hemza Ismaîl behsa rola ciwanan di qûnaxa henokeyî de û rola wan ya ektîv û giring di beşdarbûnê de di tevaya çalakiyan de daku xizmeta berjewendiya giştî ya ENKSê bike li gorî daxuyaniya Serkirdayetiya Tevgera Ciwanên Demokratî.
213
