Jina kurd Rula Hemdo serbest hate berdan

Jina kurd Rula Hemdo serbest hate berdan

Feb 13 2024

Piştî derbasbûna çend rojan li ser girtina wê, jina kurd ya bi navê Rula Hemdo serbest hate berddan.

Roja 9ê Sibatê Rula Hemdo li ser xaleke pişkinînê li bajarê I`zazê li bakurê gundewarê Helebê ji aliyê polîsa leşkerî ve hate girtin, û piştî cend rojan ji girtinê, duh Hemdo serbest hate berdan.

Ji aliyê xwe ve jî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku Rula Hemdo di rêxistins Buhar ya mirovî de kar dike, û bi tometa têkiliyên wê bi QSDê re ji aliyê polîsa leşkerî ve hate girtin û bo cihekî ne diyar ve hate birin.

Rula Hemdo jidayikbûya Raco ya Efrina Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1983an.



302