Kobanê ..Barîna baraneke bihêz

Kobanê ..Barîna baraneke bihêz

Dec 01 2018

ARK NEWS...Di encama barîna baranekê de li bajarê Kobanê û gundewarê wê de lehiyak rabû û liv û tevgera civakî hate rawestandin.

Li gorî parçe vîdyoyên li ser Torên Civakî hatine belavkirin ku duh roja înê 30/Mijdarê 2018an li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û gundewarê wê baraneke bihêz bariya û di encam de lehiyek rabû û liv û tevgera welatiyan hat rawestandin.

Li gorî agahiyan ku tu ziyanên madî ne hatin tomarkirin û bi tenê ziyan gihişt zeviyên çandiniyê , û jiyana rojane bo çend demijmêran hat rawestandin.

Delal Xelîl

543