MSDê seredana PDK-Sê li Dirbêsiyê kir
Jun 18 2020
ARK NEWS... Îro, 18ê Hizêrana 2020an, şandek ji Encûmena Sûriya Demoqrat MSDê seredana nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Şanda MSDê ji aliyê endamên PDK-Sê li Dirbêsiyê ve hat pêşwazîkirin. Di civînê de herdu aliyan behsa pêşhate û bûyerên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.
Her di civînê de MSDê û PDK-Sê girngî dan lihevkirina ku navbera ENKSê û PYDê çê bûye û bi dîrokî bi nav kir.
Ş.E
277