ARK agahiyan li ser Fûad Ibrahîm bi dest xwe ve dixe
ARK NEWS .. Di salvegera duyan ya revandina çalakvan Fûad Ibrahîm ji aliyê PYDê ve, Dezgeha ARKê karîbû agahî û zaniyariyan li ser wî bi dest xwe ve bixe, ku ew agahî li ser gef, û fişarên ku Ibrahîm rastî hatibû, herwiha lêdana PYDê ji wî re, di zîndanên xwe de .
Li gor agahiyan ku dema di 2/10/2016an hatibû revandin piştî serbestberdanê PYDê gef li wî da û jê re got eger car din vegere karê siyasî û çalakiyan ew dê wî bikuje û tune bike .
Lê ji ber berdewambûna Fûad di karê xwe di çalakiyên dijî rêjîma Esed û beşdarbûna xwe di xwepêşandan de, di 24/3/2017 an dîsa li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxeçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve har revandin .
Heman jêderên ku ARKê jê agahî di dest xwe ve xistine, ku dema revandina dawiyê de ji ber lêdan û eşkeceyê di zîndaneke PYDê de Fûad Ibrahîm ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Ji wê demê ve tevî hewlên berdewam tu agahî û dengûbas li ser çarenivîsa wî tune ne û ta niha bê çarenivîs e .
Ş.E
313