Efrîn.. Hejmarek welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatin girtin

Efrîn.. Hejmarek welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatin girtin

Feb 12 2024

Li Efrîna rojavayê kurdistanê revandin û girtina welatiyên kurd ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam in, herî dawî çekdaran bi tometa têkiliyên wan yên berê bi reveberiya PYDê re 3 welatî girtin.

Jêderek taybat ji ARKê re ragihand ku çekdarên Polîsa Leşkerî roja 3ê Sibata 2024an 3ê welatiyên kurd jig und û navçeyên bi ser Efrînê ve girtin

Li gorî jêderê nave kesên ji aliyê polîsa leşkerî ve hatine girin ev in:

1- Hesen Şêxo Şêxo ji gundê Dodo yê bi sernavçeya Raco ve ye , û neşteciyê bajarê Efrînê ye.

2- Ehmed Muhemed Kehrebçî yê temen 45 salî ji gundê Şîtana yê bi ser navçeya Mabata ye, û neşteciyê bajarê Efrînê ye.

3- Mustefa Ehmed Kehrebçî ji gundê Şîtana ye.

Jêderê serbar kir û got ku çekdarên sîxuriya ewlehiya siyasî yên li Efrînê dimînin roja 27 Çilaya 2024an ciwanê bi navê Xalid Muhemed Weqas ji gundê Birîmce yê bi ser navçeya Mabate ve girtin, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herweha Polîsa Leşkerî jî li bajarê Efrînê roja 7 Sibata 2024an welatiyê kurd yê bi navê Zuhêr Henan ji gundê Kefirzêtê girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.





202