Mesrûr Barzanî li Îmaratê beşdarî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Mîrgehên Yekitiya Erebî (Îmarat) ve birêket û dê beşdarî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bike.
Îro 11.02.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeyekî hikûmetê ve ber bi Îmaratê ve birêket û dê beşdarî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a rojên 12 heta 14.02.2024ê ya li bajarê Dubayî pêkbê beşdar bibe.
Serokê hikûmetê bi vexwandina taybet a Cîgirê Serok dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Hakimê Mîrgeha Dubayî Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm ve beşdarî lûtkeyê dibe, ku biryare gotarekî jî li lûtkeyê de pêşkeş bike ku dê hejmarek serok, serokwezîr û berpirsên payebilindên cîhanê amade bin.
Serokê Hikûmetê herwaha li gel birêveçûna wê lûtkeyê dê gelek hevdîtin û civînan li gel berpirs û aqilmend û xwedîkarên ereb û herêmî û cîhanî pêkbîne.
291
