Tevgera Ciwanên Şoreşger gefa girtinê li malbata zarokeke revandî xwar

Tevgera Ciwanên Şoreşger gefa girtinê li malbata zarokeke revandî xwar

Feb 11 2024

Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bi ser QSDê ve gefa girtinê li malbata zarokeke revandî ji aliyê wê ve berya 20 rojan xwar.

Kenala Sûriya ragihand ku weku nerazîbûn li ser revandina zaroka wan ya Lava Ebdulxaliq Xelef, ku ji berya 20 rojan ve ji aliyê QSDê ve hatiye revandin, jimareyêk kes û karên zaroka revandî mangirtinek li pêşyabarageha Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê li dar xistin.

Kenala navhatî serbar kir û got ku piştî lidarxistins mangirtinê, çekdarên tevgerî gefa girtinê li malbata zaroka revandî xwar.

Roja 18 Çileya 2024an zaroka 13 salî yd bi navê Lava Ebdulxaliq Xelef ya temen 13 salî ya temen 13 salî ji aliyê ji aliyê çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bi ser QSDê ve li li pêşya mala xwe li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê hate revandin û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.


256