Qamişlo.. ENKSê û Yekîtiya Siryanî tekezî li ser dabînkirina pêşerojeke baştir ji pêkhateyên deverê re kirin
Feb 09 2024
Duh Pênşemê Şandek ji nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî û Aştiya Sivîl ya ENKSê bi serokatiya Nayif Cibêro seredana nivîsgeha partiya Yekîtiya Siryanî li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê kir.
Di civînê de herdu aliyan jimareyek doz û mijarên ku xizmeta civakê û çemkeyên civakî û aştiya sivîl û pêkvejiyanê navdera tevaya pêkhateyên devere de gotûbêj kirin.
Herweha herdu alî tekezî li ser karekî hevbeş navbera tevaya pêkhateyan de ji bo yekrêziyê û pêşerojeke baştir ji hemû pêkhateyên deverê re û Sûriyê bi giştî.
222
