9 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge Seîd Ehmed Eynê re derbas dibin

9 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge Seîd Ehmed Eynê re derbas dibin

Jan 30 2024

Îro 30 Çileya 2024an, 9 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Seîd Ehmed Eynê kurê Dêrika Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin, ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst de li Herêma Kurdistanê şehîd bû.

Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Seîd Ehmed Eynê, beriya 9 salan di 2015an, di rojeke weke îro di şerê rûbirûbûna rêxistina DAIŞ a terorîst de li devera Şindoxa şehîd bû.

Şehîdê pêşmerge Seîd Eynê jidayîkbûyê1991ê ye, ji şêniyên Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, di Fewca 3yan di nava hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de cihê xwe digirt. Li zêde xwe bi xakê spartin.

74