Emerîka bidarvekirina çar ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar dike

Emerîka bidarvekirina çar ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar dike

Jan 30 2024

Nivîsîngeha Şandiyê Taybet yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Îranê di peyamekê de bidarvekirina wan her çar ciwanên siyasî yên Kurd ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne bi tundî şermezar dike.

Nivîsîngeha Şandiyê Taybet yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Îranê li ser tora civakî ya X belav kiriye, "Bidarvekirina wan her çar ciwanên Kurd wê rastiyê diyar dike ku Îran bi rengekê eşkere mafên mirovan piştguh dixe, Amerîka jî dê li ser wê yekê berdewam be ku Îranê wekî berpirsyara binpêkirina mafên mirovan bide nasandin".

Herweha amaje kir "Li dû wan raportên bi dest me keftine, ew her çar ciwanên Kurd bi tundî hatine eşkencedan û dadgehkirina wan jî nedadperwerane bû".

Malpera Desthilata Dadwerî ya Îranê doh Duşem, 29.1.2024 ragehand, "ezaya bidarvekirinê li ser 4 kesên bi navê Muhsen Mezlum, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî îro demijmêr 05:00 li zîndana Qizilhesarî hat bicihanîn".

86