Asayîşa Duhokê: Pêywendî di navbera girtina Silêman Ehmed û karê rojnamevaniyê de nîne

Asayîşa Duhokê: Pêywendî di navbera girtina Silêman Ehmed û karê rojnamevaniyê de nîne

Oct 31 2023

Rêveberiya Asayîşa Duhokê, duh Duşemê 30ê Cotmehê, daxuyaniyek derbarê girtina kadirekî PKKê derxist.

Di daxuyaniya Rêveberiyê de hatiyê: "Hêzên Asayîşê kadirekî PKKê bi navê Silêman Ehmed ku bi awayekî nihênî û ne yasayî ji bo PKKê hatûçûn dikir, girtiye".

Û serbar kiriye ku di lekolînê de, Silêman Ehmed dan bi kiryarên xwe daye, û dê bo dadgehê were şandin û serederî li gor yasayê dê pêre were kirin.

Rêveberiya Asayîşa Duhokê, tekez kir jî ku tu pêywendî di navbera girtina wî û karê rojnamevaniyê de, nîne.

265