Mesrûr Barzanî li ser êrîşa DAIŞê nameyek belav kir

Mesrûr Barzanî li ser êrîşa DAIŞê nameyek belav kir

Nov 30 2019

ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya şeva bûrî li ser nahiya Kuleco belav kir û ragihand, çendîn car in me hişyariyê daye, ku pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam be.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: “Mixabin şeva bûrî di encama êrîşa teroristên DAIŞê li ser bajarokê Kuleco ya ser bi Kifrî ve, rêvebir û du endamên asayişê şehîd bûn û çend karmend jî birîndar bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbatan şehîdan re dixwaze û hêvî dike ji xwedêyê mezin ku wan şehîdan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwaze.

Mesrûr Barzanî di beşeke din peyama xwe de dibêje: “Ev êrîşa teroristên DAIŞê, nîşan dide ku ev rêxistina terorê hîna bi temamî nehatiye jinavbirin. Me di vê derbarê de çendîn car hişyarî daye. Lewma jî pêwîst e civaka navdewletî li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be, ji bo rûbirûbûna DAIŞê, û li ser karê ji bo nehîştina sedemên ku dibin sebeba serîhildan û çalakbûna vê rêxistia terorîstî.”

514