Revenda Kurdistanî li Emerîka û Ewropa êrîşên îranê bo ser Hewlêrê şermezar kirin

Revenda Kurdistanî li Emerîka û Ewropa êrîşên îranê bo ser Hewlêrê şermezar kirin

Jan 21 2024

Li ser banga Yekîtiya Revenda Kurdistanî bo beşdarbon di xwenîşandanên şermezarkirinêde derbarê êrîşên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê, Revenda Kurdistanî li pêşiya balyozxaneyên Îranî li welatên Ewropî û Emerîka xenîşandan li dar xistin û bi tundî êrîşên îranê bo ser Hewlêrê şermezar kirin.

Duh Şemiyê revenda kurdistanî demijmêr 12 nîvroyê li 15 bajarên Ewropî li pêşya balyozxane û Qunsilxaneyên îranî xwenîşandan li dar xistin û tê de bi tundî êrîşên îranê bo ser welatiyên sivîl li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Derengiya roja Duşemê rêkefta 15ê Çileyê Hewlêra paytexta Herêma Kuristanê rastî jimareyek mûşekên balistî ji aliyê pasdarên Îranî ve hat, û di encamê de 5 sivîl canê xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn

216