Çar sal  li ser şehîdbûna Hekem Hikmet Sulêman re derbas dibin

Çar sal li ser şehîdbûna Hekem Hikmet Sulêman re derbas dibin

Aug 04 2022

ARK NEWS... Îro, 4ê Tebaxa 2022yan, 4 sal li ser şehîdbûna ciwanekî Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin, ku di bin eşkenceyê di zîndyanên rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji da, û şehîd bû.

Desthelatdariya ewlehiya rêjîma Sûriya beriya 4 salan lîsteyek ji navê sivîlên ku di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane, radestî navendên nasname û regeznameyan kir. Hijmarek ji wan navan, hatin navendên her du bajarên Rojavayê Kurdistanê Hesekê û Qamişlo, ku di nav wan de navê ciwanekî Kurd beriya demekê hatibû binçavkirin hebû.

Ciwanê bi navê Hekem Hikmet Sulêman jî di nav lîsteya ku gehiştiye navenda nasnameya Qamişlo de hebû, ku di di bin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hatiye terorkirin û şehîd bûye.

Beriya heyvekê ji şehîdbûnê, Hekem Hikmet Sulêman ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji bo yedeka leşkeriya neçar hatibû binçavkirin, û di roja Şemiyê 4ê Tebaxa 2018an, ewlehiya rêjîma Sûriyê termê wî radestî kesûkarên şehîd kir.

Hekem Hikmet Sulêman, dema çareseriya xwe ya tendirustî li nexweşxaneya Niştîmanî ya bajarê Qamişlo didît, ji aliyê çekdarên rêjîma Sûriyê ve hate binçavkirin bi xwe jî xelkê gundê Şermûx yê ser bi Qamişlo ve ye, xêzandar bû, û bavê du zarokan e.

Ş.E

361