Turkiyê gundewarê Minbicê armanc kir

Turkiyê gundewarê Minbicê armanc kir

Jan 17 2024

Hêzên Turkiyê bi topxaneya xwe ya giran gundewarê Minbicê topbaran kir, û ziyanên madî rû dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh danê êvarî Turkiyê bi topan her yek ji gundê Elfarat, Eldendeniyê, Um Edse,Elseyada, Qirtîran, Elyanî, Elerîma li gundewarê Minbicê armanc kirin bê ku ziyanên wê êrîşê ta niha werne zanîn.

Rewangehê da zanîn ku danê sibêhê jî hêzên Turkî jimareyek gundên bi ser bajarê Minbicê topbaran kirin, û ziyanên madî mezin rû dan.

242