Emerîka bingeheke xwe ya leşkerî li Qamişlo vala kir
Jan 16 2024
Hêzên Emerîkî bingeheke xwe ya leşkerî li bajarê Qamilo yê rojavayê kurdistanê vala kir.
Jêderek xwecihî ragihand ku piştî armanckirina bingehê berya çend rojan ji aliyê mêlîsên îranî ve, hêzên Emerîkî bingeha xwe ya leşkerî li gundê Hîmo li rojavayê bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê vala kir.
Li gorî jêderê hêzên Emerîkî piştî valakirina bingeha xwe ya leşkerî , leşkerên xwe bo herdu bingehên Qesrik û Hesekê veguhest.
201
