Ebdulrehman Apo: 4 ji damezrênerên Yekem partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê ji Efrînê bûn

Ebdulrehman Apo: 4 ji damezrênerên Yekem partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê ji Efrînê bûn

Jun 14 2019

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûrya, Ebdulrehman Apo di salvegera 62an ya damezrandina yekemîn partiya kurdî siyasî li Sûriyê got Partî karî xwe biparêze û partiya niha ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûrya heman partî ye ya ku di 14ê Hizêrana 1957an de hatiye avakirin û berdewamî ji kar û xebata wê partiyê re ye.

Apo di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê got çar ji damezrênerên yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûryê ji Efrînê bûn û ew jî her yek ji Reşîd Hemo, Diktor Xelîl Mihemed, Şewket Ne'san û Mihemed Elî Xoce ye.

Apo ku gelek caran li ser destê Partiya Yekîtya Dîmuqratîk PYDê ve hatiye girtin û revandin, herweha got Partya Dîmuqrata Kurdistan-Sûrya yek ji hilgrên Projeya Neteweyî ya Kurdî ye bi serokatya Mes'ûd Barzanî.

893