Termê 4 welatiyan li Ezaz û Babê hatin dîtin

Termê 4 welatiyan li Ezaz û Babê hatin dîtin

Feb 13 2021

ARK NEWS... Di berdewamiya nearamî û seqamgîriyê di deverên bi destê Turkiyê û çekdaran de, 4 term li Ezaz û Babê di dema 4 rojan de hatin dîtin, 3 ji wan li Ezazê ne.

Jêderên sûrî ji nava opozisyona Sûriyê dane zanîn ku duh termê 2 welatiyan li bajarê Ezazê hatin dîtin, yek ji wan rastî lêdan û eşkenceya tund hatibû. Beriya wê jî termê welatiyekî li derdora Babê hatibû dîtin.

Heman jêderan tekez kirin ku di çaroveya çenda rojan de 3 term li bajarê Ezazê hatine dîtin, û ta niha nehatiye diyarkirin û eşkerekirin ku sedem û hûrguliyên tawanê çi ne.

Ş.E

364