Zarokekî Kurd li Turkiyê kuştî hat dîtin

Zarokekî Kurd li Turkiyê kuştî hat dîtin

Feb 08 2021

ARK NEWS... Piştî 4 rojan ji windabûnê, termê zarokekî kurd ji şêniyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Izmîrê yê Turkiyê hat dîtin.

Jêderek xwecihî ji ARKê re da zanîn ku zarokê bi navê Ibrahîm Husên Cemîlî, piştî çend roja ji windabûnê kuştî li gulistaneke bajarê Izmîrê hat dîtin.

Li gor rêxistina mafê Mirovan li Efrînê daye zanîn ku ew zarok ji beriya 8 heyvan ji gundê xwe, ji ber nakokiyekê bi çekdaran re berê xwe dabû Turkiyê, li mala birayê xwe dima.

Rêxistinê tekez kir ku Sêşema bûrî zarokê Kurd ji mala birayê xwe derket piştî 4 rojan kuştî hat dîtin.

Îbrahîm Cemîlî temen 15 salî ye û xelkê gundê Zeytûnakê yê navçeya Şera ya Efrînê ye.

Ş.E

293