Itilafa Sûrî: Divê Rêjîma Esed li ser tawanên cengî were sizakirin

Itilafa Sûrî: Divê Rêjîma Esed li ser tawanên cengî were sizakirin

Nov 26 2023

Piştî encamdana Rêjîma Esed jI komkujiyekê re li gundewarê Idlibê, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzîn Şoreş û Opozisyona Sûriyê komkujî bi tundî şermezar kir.

Heysem Rehma Emîndarê Giştî yê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzîn Şoreş û Opozisyona Sûriyê ragihandna ku komkujiya çekdarîn Rêjîma Esed bi piştevaniya mêlîsên terorîstî derheqê welatiyên sivîl de li gundê Qoqfîn li gundewarê Idlibê encam da tawaneke cengî ye û daxwaza destwerdanek bilez û şermezarkirinek Navdewletî kir.

Rehma serbar kir û got ku pêwîst e mîkanîzmên avaker û tund û zelal ji bo ektîvkiirna sizadan û dadgehkirinê û pêkanîna dadperweriyê li Sûriyê were dîtin.

Serbar kir ku bi bêdengiya Navdewletî ev e 12 sal in û çekdarên Rêjîma Esed tawan û komkujiyan dermafê Sûriyan de encam didin, û komkujiya ku duh li gundê Qoqfîn li gundewarê Idlibê hate encamdan bi tawaneke cengî bi nav kir.

Emîndarê Giştî yê Itîlafê got jî jî ku divê Rêjîma Esed û Rûsiya û Îran li ser sedên tawanên dijî mirovahiyê yên ku encam dane werin sizadan, û bêdengiya Navdewletî li ser van tawanan xaleke reş e di dîroka mirovahiyê de û dûrketineke ji pirensîp û reweştên Navdewletî ye, û nepabendbûna civaka Navdewletî bi berpirsiyaretiya xwe li hember Sûriyê erêkirineke ji tawanbaran re ye ku di encamdana tawanên xwe de berdewam bin.

Herweha Rehma daxwaza destwerdanek dest bi cih û şermezarkirineke Navdewletî û sepandina sizayên tund li ser Rêjîm Esed û hevalbendên wê kir.

Herweha daxwaza dîtina mîkanîzmên avaker û tund û zelal ji bo ektîvkiirna sizadan û dadgehkirin û pêkanîna dadperweriyê li Sûriyê ji civaka Navdewletî kir.

Amaje bi cîbicîkirina biryara Navdewletî 2254 ku yek ji pabendiyên Navdewletî ye ji bo veguhestina Sûriyê bo qonaxeke nû û pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê kir .

Roja Şemiyê rêkefta 25 Mijdarê çekdarên Rêjîma Esed gundê Qoqfîn li başûrê gundewarê Idlibê bombebaran kir û di enamê de 10 sivîl ku 7 ji wan zarok in canê xwe ji dest dan .

173