Endezyarekî Rojavayê Kurdistanê di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da
ARK NEWS... Piştî bêtir 4 rojan ji birîna peywendiyan, li gel ciwanekî kurd ji Rojavayê Kurdistanê, li daristanên Sirbiya, termê wî hat dîtin û duh nûçeya mirina wî belav bû.
Ciwanê kurd Raman Ferhan Ibrahîm, ku 23 salî ye di rêya koçberiyê bo Elmaniya li daristanên Sirbiya jiyana xwe ji dest da.
Raman Ferhan Ibrahîm ji şêniyên gundê Bilêc yê Qamişlo ye, beriya çend heyvan ji kolêja endezyariyê derçûbû, weke her ciwanekî kurd dixwest pêşeroja xwe ronî bike û berê xwe bide Ewropayê, lê di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da.
Beriya çend rojan 4 ciwanên Rojavayê Kurdistanê di heman rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
243
