Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina sersala nû belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina sersala nû belav kir

Dec 31 2023

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina sersala nû belav kir û tê de ragihand, “Daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku berejwendiyên bilind yên herêma Kurdistanê bixin ser berejwendiyên hizbî û taybetiyên takekesî û bo parastina aramî û mafên reva yên xelkê Kurdistanê kar bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Hêvî dikim sala nû, sala dawî anîn bi şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi giştî be û aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşe pêdan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.”

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2024an gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan û herwiha gelên Îraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim sala nû sala xêr, xweşî û xweşgozeranî û pêşkeftina zêdetir ya Kurdistanê be.

Spasiya berxwedaniya welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku, sala derbasbûyî jiber neşandina mûçe û şayîsteyên darayî yên herêmê ji aliyê hikûmeta federalî ve, rewşeke dijwar ya abûrî derbas kir.

Hêvî dikin di sala nû de, dawî bi stem û ev nedadmendiya ku, li hember xelkê herêma Kurdistanê û bi taybetî mûçexweran tê kirin û kêşeyên şayîsteyên darayî yên herêmê bi awayeke dadmend û di çarçoveya rêkeftinan û qanûna bûdceyê de werin çareserkirin û mûçexwerên herêma Kurdistanê jî weke mûçexwerên deverên din yên Îraqê her meh mûçeyên xwe bêyî têkilkirin li gel kêşeyên siyasî wer bigirin.

Daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku, berejwendiyên bilind yên herêma Kurdistanê bixin ser berejwendiyên hizbî û taybetiyên takekesî û bo parastina aramî û mafên reva yên xelkê Kurdistanê kar bikin.

Cîhê kêfxweşiyê ye ku, sala derbasbûyî rixmî rewşa dijwar ya abûrî, me karî bi hevkariya kerta taybet çend projeyên xizmetgozarî li bajar û deverên Kurdistanê di warên curbicur de cîhbicîh bikin. Herwiha di warê dîplomasî de jî têkiliyên herêma Kurdistanê û welatên cîhanê di sala derbasbûyî de bi awayeke baş pêşkeftin.

Hêvî dikim sala nû, sala dawî anîn bi şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi giştî be û aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşe pêdan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.

Sala nû li tevahiya we pîroz be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31.12.202

75