Çandiniya Rêjîmê: Zerer li ser berhemên çandiniyê li Dûrik û Serê kaniyê tunene
Îsal rêjeya barîna baranê li navçeyê û Rojavayê Kurdistanê û dirêjbûna dema seqaya sar ji salên bûrî gelekî bihtir bû, Rêveberiya Çandiniyê ya Rêjîma Esed li Hesekê jî dibêje tu ziyan neghiştine berhemên çandiniyê.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de Receb Elselame alîkarê rêvebrê çandiniyê ya bi ser Rêjîma Sûryê li Hesekê got ku niha rewşa berhemên çandiniyê baş e û tu ziyan ji ber sermayê nexwariye, nexasim li navçeyên Dêrik, Zihêriyê û Mebrûke, û tenê ziyan ji encama paşmayên lehiyan hebûn.
Her li ser vê mijarê rêvebrê şaxê Dezgeha Kêmkirina Bandorên Hişkbûn û Karesatên Sruştî li Hesekê Umar Mecîd ku bi ser Rêjîmê ve ye got hin rûber ku ziyan ji ber lehiyan xwarine li navçeyên Til Hemîs hatine dîtin û eşkere kir ku 10 hezar donim rastî ziyanê hatine û dibin avê de maye herweha rûberek li Tirbespyê jî rastî ziyanê hatiye.
Li gorî datayên fermî ku li parêzgeha Hesekê 910 hezar hiktar bi berhemên zivistanî hatine çandin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber gelek sedeman mîna rewşa tevlîheviyê serbarî rewşa seqayê, çandinî bi giştî rastî kêmbûn û ziyanê hatiye, nexasm berhemên genim, û pembû, ku çotkar navbera Rêjîm û PYDê de neçar dibin berhemên xwe bi nirxên kêm yên destnîşankirî bifroşin.
789
