Efrîn.. Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê ciwanan fêrî muzîkê dike
Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê xuleke fêrkirina muzîkê vekir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser rûpela xwe ya “Facebook” ragihand ku di 27ê Berçileyê de, Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê bi hevkariya mamoste Mistefa Bekir, xuleke fêrkirina jenîna muzîkê li Peymangeha Awaz, vekiriye.
Û serbar kir: "Bi dehan ciwan û keç beşdar in. Di meha yekem de dê fêrî xwendina noteyê bibin û di ya duyem de dê fêrî jenînê bibin".
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeh bû ku derbasî Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû, di 4ê Hezîrana bûrî de Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekir.
279
