Serokê ENKSê rola karê nivîsgeha jin û zarokatiyê bilind nirxand

Serokê ENKSê rola karê nivîsgeha jin û zarokatiyê bilind nirxand

Aug 01 2021

ARK NEWS... Bi vexwendineke fermî ji nivîsgeha jin û zarokatiyê, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civînek bi endamên wê nivîsgehî re li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li dar xist.

Sûid Mela, serokê ENKSê, ji aliyê Ariya Cûme seroka yekîtiya jinên Kurdistan – Sûriyê û endamên nivîsgehên ve hat pêşwazîkirin, di civînê de behsa dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hat kirin.

Ragihdina ENKSê da zanîn ku di civînê behsa danûstanidnên ENKSê û PYNKê kirine, ji aliyê xwe ve Siûd Mela serokê ENKSê rola karê nivîsgeha jin û zarokatiyê bilind nirxand, û tekezî li ser rola jinan di vê dema hestiyar de kir.

Ş.E

144