Ekadîmînas û siyasetmedar: Vegera Kurdan bo Efrînê berxwedana rasteqîne ye

Ekadîmînas û siyasetmedar: Vegera Kurdan bo Efrînê berxwedana rasteqîne ye

Oct 21 2023

.Ekadîmînesek û 2 siyasetmedaran, vegera Kurdan bo Efrîn û navçe û gundên wê bilind nerxand, û tekez kir ku veger berxwedaneke rasteqîne ye.

Di rojên dawî de bi dehan malbatên Kurd yên penaber, koçberkirî û derbider di rêya dergehê (’On Dadat) re li bajarê Minbicê vegeriyane li ser zêdên xwe li gund û navçeyên bajarê Efrînê û bi sedan li benda pejirandina derbasbûnê ne, da ku vegerin.

Di vê derbarê de her yek ji ekadîmînasê Kurd Dr. Kawa Azîzî û siyasetmedar Ebdilrehman Apo û şirovekarê siyasî Menal Hesko ji ARKê re axivîn û veger bilind nerxand û banga berxwedanê li pêş encamdana guhartina demografî kir.

Dr. Kawa Azîzî got: ”Di rewşa Kurdî Sûrî de, Veger bo welêt li Kobanê û Efrîn û Cizîrê, berxwedan e li dijî hemû pîlanên guhartina demografî li Rojavayê Kurdidtanê û jinavbirina doza Kurdî li wir”.


Serbar kir: “Em weke milet, rastî helmeteke qirkirinê ji kokê ve tên. Me neçarî koçberî û kampên hejariyê dikin. Me Ji warê bav û kalan derbider dikin û kesên biyanî bi cî dikin”.

Derbarê koçberkiriyên Efrînê li kampên Şehbayê li gundewarê Helebê, Azîzî tekez kir: “Hebûna kurdan li kampên di bin kontrola PKKê de, wan ne pejirandî ji hemû aliyan ve dihêle, herweha PKKê zarokan jî li wir leşker dike”.

Ji aliyê xwe ve siyasetmedar Ebdilrehman Apo got: “Ji helmeta Adara 2018an ve ya ku dixwest guhartina demografî encam bide, Kurd hişiyar bûn, û pêla vegera malbatên Kurd bo Ciyayê Kurmênc ranewestiyaye”.

Da xuyakirin: “Tevî metirsiyan û bi hewlên kesane, şênî ji kampên bindestiyê vegeriyan, û li gor jêderên taybet, bêtirî 60 hezar malbatî vegeriyane himêza darên zeytûnan, û astengiyên çeteyan li pêş wan nebûn rêgir”.

Siyasetmedarê Kurd tekez kir: ”Bi vegerê daristanên zeytûnan geş dibin, û rê li pêş helmetên guhartina demografî tê girtin. Şêniyê Efrînê qehreman in û ev pirojeyên bi rê ve diçin dê her bi dawî bibin”.

Şirovekarê siyasî Menal Hesko jî got: ”Rêveberiya PYDê ya ku PKKê wê bi rê ve dibe, bazirganiyê bi koçberkiriyên kampên Şehbayê dike, û ji bo parastina Kantona ragihandî li wir, nahêle ku ew vegerin”.

Da xuyakirin: ”Kamp bûne weke zîndaneke mezin û koçberkiriyên Kurd bûne dîl, girtî û qurbaniyên terora PKKê. Biryar ji koçberkiriyan hatiye kişandin û zarokên wan rastî revandin û leşkerkirina neçarî tên”.

Şirovekarê Kurd amaje kir ku tevî astengî û metirsiyan, rojane bi dehan malbatên Kurd vedgerin zêdên xwe li Efrînê.

Menal Hesko tekez kir: ”Veger, biryara rast û berxwedana dirist e. Dem derbas dibe û man li kampan ne di berjewendiya koçberkiriyan de ye. Em êş û azara wan li kampan dibînin û ji mafê her koçberekî ye vegere zêdê xwe û mal û milkê xwe bistîne”.

Piştî şerê li Efrînê ku di despêka 2018an de dest pê kir û di 18ê Adara wê de bi dawî bû, bêtirî 300 hezar bo kampên Şehbayê koçber bûn,û bûn qurbaniyên siyaseta rêveberiya PYDê ya ku kampan û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê kontrol dike, û nahêle Koçberkirî biryara vegerê bistînin yan jî berê xwe bidin cîne din.

219