54 koçberên Sûriyê li peravên Libnanê hatin rizgarkirin

54 koçberên Sûriyê li peravên Libnanê hatin rizgarkirin

Dec 27 2023

Artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan kariye 54 welatiyên Sûriyê di dema hewla derbaskirina bi qaçaxî li ser qeyikekê li peravên bakurê Libnanê rizgar bikin,

û bal kişand ser wê yekê ku bi alîkariya tîmeke Xaça Sor a Libnanî kar bo rizgarkirina koçberan kir.

Artêşa Libnanê îro Sêşemî 26ê ,Berçileya, 2023an ragihand ku: Li gor zanyariyan li ser binavbûna keştiyek li deryaya Erîda dema ku bi qaçaxçî xelkê bi awayekî neyasaî dihat bikaranîn, dewriyeke hêzên deryayî yên Libnanê kariye 54 kesan rizgar bike.

Di nav wan de jin û zarok jî hebon û hemû jî Sûrî bûn.

Medyaya Libnanî ragihand ku keştiya ku koçberên Sûrî tê de bûn, dema ku ew li deryaya Spî ya vekirî bû, çend kîlometran dûrî peravên Lubnanê bû, motora wê têk çû,

dema dewriyeya artêşa Libnanê ew kişand ber bi bendera Trablusê, yek ser tîmên Xaça Sor a Libnanê alîkariyên bizişkî pêşkêş koçberan kirin.

227