D. Ebid Elhekîm Beşar : PYD - Kêşe – Bijarde û yan jî Merc ..

D. Ebid Elhekîm Beşar : PYD - Kêşe – Bijarde û yan jî Merc ..

Nov 21 2018

ARK NEWS .. Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya gotarek derbarê rewşa niha ya Herêma Cizîrê û Kobanê û bijardeyên PYDê li wan navçeyên kurdî nivîsiye , û tê de got ku çendîn pêşhate hene wê bibine sedem da ku Turkiya derbasî Rojhilatê çemê feratê bibe .

Diktor Ebid Elhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya demokrata Kurdistan Sûriya di gotara xwe de got dawîn pêşhate yên hevkêşa siyasî yên li ser erdê didine xuyakirin ku Turkiya wê derbasî herêma Cizîrê û Kobanê bibe .

. 1 Başbûna peywendiyan navbera Emerîka û Turkiya de wê bi taybetî piştî hemahengiya ku derbarê doseya Xaşiqicî de navbera wan de dirust bû , û Turkiya qeşeyê Emerîkî Bronson serbest berda , û rakirina sizayan li ser berpirsiyarên Turkiya ji aliyê Emerîka ve .

2 Lawazbûna peywendiyan navbera rijîma Esed û Partiya Yekîtiya Dîmukratîk de , û xuyaye ku rejîma Esed PYDê ji bo cîbicîkirina meremên xwe anîne Rojavayê Kurdistanê , û ew merem ew in ku rêgiriyê li kurdan bike da ku beşdariyê di şoreşa Sûriyê de nekin , Herwiha ji bo dirustkirna şerekî kurdî - erebî .

3 Biriyara Emrîka bi terxankirina ( 12 ) meliyon dolar ji bo diyarkirna cihê serkirdeyên PKKê nameyek bû ji bo PYDê da ku ji wan re bêje ku PKKê di lîsteya terorê de ye li cem Emrîka , û welatên yekîtiya Ewropa , û pêwîste PYDê ji PKKê were cudakirin .

Diktor Ebid Elhekîm Beşar got jî ku egera derbasbûna Turkiya bo herêma Cizîrê bihtir dibe , û di heman demê kirîza PYDê astem dibe , ewjî ji ber ku PYDê tu îstiratîciya wê nîne ji ber ku PYDê bê karnameyê rû li çendîn arasteyan kir .

1 PYDê çûbû Şama paytexta Sûriyê , û li ser astekî nizim danûstandin li gel berpirsiyarên ewlehî yên rêjîma Esed kirin û PYDê daxwaz ji rêjîma Esed tevaya navçeyên kurdî kontrol bike bi bê şert û merc , lê tu encam ji wan danûstandinan re nebûn.

2 Derxistina lêdwanên girêdayî bi vegera peywendiyan navbera PYDê û ENKSê de , û veger ji bo rêkeftinên Hewlêr û Dihokê .

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya got eger Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê rêkeftinê li gel PYDê bike wê bikeve şaşîtiyeke mezin de , ji ber PYDê ne cihê baweriyê ye û berdewam pîlan û ecindayên welatên dagîrkerên kurdistanê cîbicî dike .

Herwiha Diktor Ebid Elhekîm Beşar got ku tevaya amajeyan dide xuyakirin ku PYDê baskê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê , û PYDê fermanên xwe ji Qendîlê werdigrin , û çekdarên PYDê li ser destê gerîleyên PKKê meşiq bi wan hatiye kirin û rêjîma Esed piştevanî pêşkêş kir .

Diktor Ebid Elhekîm Beşar got ku Turkiya bi tu awayekî hebûna baskekî PKKê li Rojavayê Kurdistanê qebûl nake , ji ber ku Turkiya PKKê weke metirsiyê li ser ewlehiya xwe dibîne , û bi her awayekî be Turkiya wê berevaniyê diber parastina ewlehiya netewiya xwe bike .

Di berdewamiya gotina xwe de Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya got ku teva emajeyan dide xuyakirin ku rewşa niha ya PYDê astem e , û rêkeftina Emrîka li gel PYDê bi tenê ew e ku çekdarên PYDê li gel wan şerê DAIŞê dikin , û Emrîka berevaniyê di ber PYDê de nake eger Turkiya êrîş PYDê kir .

Di gotara xwe de Diktor Ebid Elhekîm Beşar amaje bi bijardeya PYDê kir û got ku bijardeya herî sereke ya PYDê ew e ku peywendiyên xwe li gel Qendîlê bibre , û ew birîna peywendiyan bibe rastiyek li ser erdê .

Herwiha Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya got ku eger PYDê peywendiyên xwe li gel PKKê bibre , wê demê erke li ser PYDê guhartinê di nava xwe dê di rêzên PYDê de bike û ew guhartin û derencamên birîna peywendiyan li gel PKKê wê bi vî rengî bin :

Tekezbûn li ser daxwazên PYDê weke partiyeke sûrî nek partiyek xwedan peywendyên goman lêkirî .
Dûrikirin û derxistina tevaya çekdarên biyanî di nava rêxistnên PYDê de , û rêgirî li encamdana çalakiyan ji derveyî navçeyên dibin destê wan de .

Peywendîkirin li gel Opozisiyona Sûriyê , û dûrketin ji tevaya kiryarên hovane û terorsitî li dijî hember xwe .

Vekşan ji navçeyên erebî li bajarên .. Minbic , Reqa gundewarê Dêrazorê , û gundewarê Bakûrê Heseke , û radestkirina navçeyan ji bo xelkê wê .

Sizadana tevaya wan berpirsiyaran ku binpêkirin derheqê xelkê sivîl de encamdayî .
Rawestandna tevaya binpêkirnan derheqê aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê , û rê dan bi vekirina Ofîsan , û nehiştina leşkeriya neçar , û guhartina rêbazên xwendinê yên îdîlockirî , û çendîn binpêkrinên cuda cuda .

Avakirna rêveberiyeke nû bi hemahengî li gel Encûmena Niştîmanî ya Kurd li sûriyê û Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozsiyona Sûriyê ji bo bi rêvebirina navçeyên erebî yên nedibin destê rjêma Esed de û herwiha navçeyên kurdî .

Di dawî de Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya got ku eger PYDê pabendiyê bi van mercan bike , wê demê metirsiya gef û êrîşkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê namînin , û zemîneke baş ji bo vekirina rûpeleke nû wê dirust bibe, lê eger PYDê di siyasetên xwe de berdewam bike wê demê PYDê berpirsiyare di ber tevaya derencaman ku li Rojavayê Kurdistanê wê dirust bibin


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

591